Li Rihayê hevjîn pev çûn: Jin mir, mêr birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê, şeva borî du hevjîn pev çûn.

Di encama pevçûnê de jin hat kuştin û mêr bi giranî birîndar bû.

Li Taxa Hamidiyeyê ya Siwêregê di navbera Ridvan Bulunmazê 31 salî û hevjîna wî Pinar Bulunmaza 28 salî de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket û ew pev çûn.

Di dema pevçûnê de demançeya Ridvan Bulunmaz teqiya û her du jî bi giranî birîndar bûn.

Kesûkarên wan, Ridvan û Pinar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Pinarê tevî hemû midaxeleyan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê Ridvanê birîndar jî rakir nexweşxaneyeke li navenda Rihayê.

Hat zanîn ku rewşa tendursitiyê ya Ridvan xerab e.