Şivan Perwer ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdarê Kurd Şivan Perwer ji bo mexdûrên erdheja 6ê Siabtê ya Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanyaya komkirina alîkariyan da destpêkirin.

Şivan Perwer li ser hesabên xwe yên di torê civakî de vîdyoyek belav kiriye û ragihandiye ku kampanyaya ji aliyê Weqfa Muzîk û Hunerê ya Şivan Perwer ve tê birêvebirin û hêvî dike ku hemwelatî bi rêya wê kampanyayê alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.

Hunemrendenê navdarê Kurdistanê dibêje: “Bawer bikin, çi alîkarî bigihêje me û çi di destê me de hebe, em dê bigihînin miletê xwe, alîkarî ji we, têkoşîn û xizmet ji me.”

Şivan Perwer herwiha spasiya gelê çar parçeyên Kurdistanê jî dike ku alîkariya mexdûrên erdhejê kirine.

Ew hunermendê Kurd ku bi xwe xelkê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, vê hefteyê vîdyoyek belav kiriye û tê de beşeke muzîkê pêşkêşî dike û hevxemiya xwe ji bo ziyandîtî û mexdûrên erdhejê diyar dike.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, herwiha bakurê rojavayê Sûriyê û bi taybet navçeya Cindirês a Efrînê hejandin.

Li gor amarên fermî, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di encama erdhejên 6ê Sibatê de 43 hezar û 556 kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha bi hezaran kesan birîndar bûne, bi hezaran avahî jî hilweşiyane.

Herwiha li gor AFP, li Sûriyê zêdetir ji 3 hezar û 600 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê jî ragihandiye ku bi sedema erdheja 06ê Sibatê, heta niha 1 hezar û 100 kesan canên xwe ji dest dane.

Li gor Encûmena Xwecihî ya Cindirêsê, di erdhejê de herwiha 278 avahî bi tevayî wêran bûne û 1110 avahiyên din jî ziyan gihiştiye wan û li ber ketinê ne.