Lahûr Şêx Cengî: Em dê li ser navê YNKê cuda bixebitin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan YNK Lahûr Şêx Cengî Bafel Talebanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lahur Şêx Cengî di peyamekê de ragihand ku ew heta niha jî Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ye û rewşa nav partiyê weke “derbe” bi nav kir. Şêx Cengî diyar kir, ew dê ji niha û pê de desthilatên xwe wek Hevserokê YNKê bikar bîne û got, “Eger hevalên me ji bo xebata bi hev re amade nebin, em dê li ser navê YNKê bixebitin.”

Lahur Şêx Cengî ku piştî qeyrana nav YNKê ji aliyê partiyê ve biryara “dûrxistin” wî hatibû dayîn, êvara Şarşemê 22ê Sibatê peyameke vîdyoyî ya 8 xûlekî belav kir û têde ragihand, ew dê ji îro û pê ve weke hevserokê partiyê xebatên xwe yên siyasî berdewam bike.

Lahûr Şêx Cengî têkildarî mijarê herwiha peyameke nivîskî jî belav kiriye. Şêx Cengî, rewşa piştî bûyerên 8ê Tîrmeha 2021ê di nava partiyê de derketiye holê, weke “komploya dijmin û dijberên ku dixwazin YNK û rewşa Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin” pênase kir û diyar kir, li gel vê yekê jî wî her dem hewl daye ku rageşiyê kêm bike û rewşê aram bike.

Di peyama xwe de Lahûr Şêx Cengî wiha dibêje: “Li gor madeya 60 ji xala 2 ya rêziknameya navxwe ya YNKê, parezvanê rêzikname, bername û berjewendiyên bilind ên YNKê, we agahdar dikim ku ji îro û pê de ezê di çarçoveya rêziknameya navxwe de wek Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) desthilata xwe ya yasayî û rêbazî bikar bînim.

Ji bûyerên 8’ê Tîrmehê û vir ve ku di nava partiya me de ev rewşa nelirêtiyê ava kir, min her tim hewl da ku pirsgirêkan bi rêya rêziknameyê çareser bikim. Hûn hemû dikarin şahidiyê bidin ku piştî van bûyeran gelek tohmetên nerewa hatin kirin, lê ez ji bo îsbatkirina bêgunehiya xwe derketim pêşberî dadgehên Herêma Kurdistanê û min bêgunehiya xwe îsbat kir.”

Di beşeke peyamê de tê gotin, “Li gel hemû nêzîkatiyên neqanûnî û nakok ên xebata partiyê, em tenê li ser parastina berjewendiyên welat û gelê xwe bûn. Ji hemû berjewendiyên şexsî û mezhebî dûr, ji bo ku rewş xerab nebe, em bi sebir nêzîk bûn. Me ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi girtina tedbîrên medenî, hiqûqî û qanûnî hewl da li dadgehê li hemberî hemû sûcdariyên neheq ên li ser me tên kirin xwe biparêzin.”

Lahûr Şêx Cengî amaje bi wê yekê dike ku ew dê ji niha û pê ve desthilatên xwe wek hevserok bi kar bîne û dibêje, “piştî sal û nîvekê bi biryara dadgehê di dawiyê de me hemû mafên xwe yên siyasî ku bi rewatiya kongreya 4emîn a YNKê û bi dengên endam û kadroyên dilsoz ên partiyê bi dest xistin, cardin wergirtin. Ji îro pê ve weke Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi piştevaniya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê û bi piştevaniya heval, endam û kadroyên xwe emê dest bi çalakiyên xwe yên siyasî bikin.”

Şêx Cengî diyar kir ku di vê pêvajoyê de YNK’ê hem di nava hikûmetê de hem jî di têkiliyên hundir û derve de lawaz bûye, îşaret bi wê yekê kir û got: “Eger hevalên me amade nebin ku bi em bi re bixebitin, wê demê emê naçar bibin li ser navê YNKê xebatên xwe bidomînin.”

Lahur Şêx Cengî, bal kişand ser wê yekê ku YNK li herêmê desthilatdar e û gel şahidê bûyerên berê bû, rewşa nav partiyê wek “derbeyê” bi nav kir.

Şêx Cengî li dijî kesên ku “serhişkiya siyasî” tercîh dikin bal kişand ser sindoqên dengdanê û got: “Di sindoqan de dê nîşan bidin ku gel kê qebûl kiriye û kê gel bêhêvî kiriye. Hilbijartin dê diyar bibe ku gel û partî kê tercîh dikin.”

Di berdewamiya peyama xwe de , Lahûr Şêx Cengî ji bo partiyên Herêma Kurdistanê jî got; “Li hember gefên navxweyî û derve, asta jiyana xelkê, zêdebûna xwepêşandan û dilgiraniyên ciwanan, dubendiya di navbera YNK û PDKê de, û herwiha xweferzkirina Bexdayê, divê bi baldarî, hizirkirin, dîtina çareseriyeke siyasî ya bê alozî û xweperestî tevbigerin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst