Malbata Omer El-Hebîb daxwaza vegerandina kurê xwe ji Ciwanên Şoreşger dike

Hewlêr (Rûdaw) - Omer El-Hebîb xwendevanê pola 10an, bi eslê xwe Ereb e û nexweş e, li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê dixwend, ji roja 17ê vê mehê ve ji mal derketiye û venegeriya ye.

Bavê wî ji Rûdawê re dibêje, ew çûye cem Ciwanên Şoreşger, li kurê xwe pirsiye lê ji wî re gotine ku kurê wî ne li cem wan e lê ew piştrast e ku kurê wî tevlî Ciwanên Şoreşger bûye.

Bavê Omer Welîd El-Hebîb anî ziman, “Temenê kurê min Omer 15 sal in, dema ku em roja înê 17ê vê mehê li mizgeftê bûn, piştî nimêjê ez ji mizgefê hatim malê lê kurê min nehat, piştî demijmêrekê du demijmêran ez lê geriyam, guman li cem min çêbû û min berê xwe da Ciwanên Şoreşger ji ber ku kurê min ji malê dereng nakeve û gelek caran bi min re diçe û tê ji ber ku çavên min hinekî ne baş in, dinyiê baş nabînim û hemû caran bi min re ye, wek min got, piştî du demijmêran ez çûm navenda ciwanên şoreşger, min zanî tiştek heye, cara yekem red kirin ku kurê min li cem wan be, cara duyem ez çûm û min tekez kir ku li cem wan e, ji ber ku ji bilî wan, tu aliyek pêşwaziyê li zarokan nake.”

Dayika Omer jî dibêje, kurê wan nexweşe, nikare bibe şervan, daxwaz dike kurê wê vegerînin.

Dayika Omer Nezhe got, “Ez dayika Omer ê ku ciwanan ew birine, kurê min zarok e, temenê wî 15 sal in, nexweş e û me tu kes ji bilî wî nîne, ew alîkariya me dike, me tenê ew heye.”