Dîlok: Di lêpirsîna erdhejê de 22 kes hatin girtin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Dîlokê Davut Gul ragihand di encama lêpirsîna girêdayî herifîna avahiyên li navçeyên Nurdax û Islahiyê de 22 kes hatine girtin.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul 23ê Sibata 2023an li ser hesabê xwe yê medya civakî encama lêpirsîna herîfîna avahiyên li navçeyên Nurdax û Islahiyê yên ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê eşkere kir.

Parêzgarê Dîlokê dibêje, “Di çarçoveya lêpirsînê de lêgerîna 80 kesên din berdewam e. Biryara rast ya derbarê belênder û berpirsên kontrolê de dê dadgehên serbixwe bidin.”

Di erdheja Mereşê de ku 6ê Sibata 2023an çêbû, li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan. Di erdhejê de bi hezaran avahî jî hilweşiyan û zerar dîtine.

Piştî erdheja Mereşê, hejmarek belênder (muteahîtên) ku avahiyên çêkiribûn di erdhejê de herifîne hatin girtin. Li 10 bajarên ku di erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan derbarê muteahîtên avahiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst