Hewlêr (Rûdaw) - Li gor raporteke polîsê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistan, li Sineyê 45 hezar kes madeyên hişbir bi kar tînin, hejmara wan kesên bi eşkere li cihên giştî wan madeyan bi kar tînin, ji %27 zêde bûye.
Cîgirê Fermandarê Polîsê Sineyê Lutfulah Darabî ragihand ku ji %45ê kesên alûdeyê madeyên hişbir heşîşê û %30ê wan jî şîşe bi kar tînin.
Lutfulah Darabî got, beriya niha kesên ser 25 salî re madeyên hişbir bikar dianîn lê niha kesên 18 salî jî wan madeyan bi kar tînin.
Polîsê Parêzgeha Sineyê di nava 11 mehan de, 2 hezar û 861 kes, bi tawana bikaranîna madeyên hişbir desteser kirine.
Parêzgerê Sineyê Îsmaîl Zarêî Koşa di civîna 22ê vê mehê de li Encûmena Rûbirûbûna Madeyên Hişbir de ragihand, piraniya bikarhênerên madeyên hişbir li wê parêzgehê ku rêjeya wan %45 e, heşîşê bi kar tînin û %30ê wan jî şîşe bi kar tînin lê niha piraniyê berê xwe daye bikaranîna marijuanayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse