Li Mêrdînê minibusek qulibî: 13 xwendekar birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mehsertê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê minibusa xwendekaran qulibî, di bûyerê de 13  xwendekar û şofêrê minibusê birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an di navbera taxên Çinaralti û Dereyani yên girêdayî navçeya Mehsertê ya Mêrdînê minibusa xwendekarên dibistana amadehiyê qulibî.

Di bûyerê de 13 xwendekar û şofêrê minubusê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.