Li Amedê 3 avahî hatin hilweşandin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Şeradariya Amedê 3 avahiyên ku di erdhejên 6ê Sibatê de zerareke mezin gihîştibû wan bi temamî hilweşandin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Amedê ve hatiye belavkirin, piştî erdehejên 6ê Sibata 2023an tîmên ser bi Wezareta Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê ya Tirkiyê ve, li wê parêzgehê dest bi xebatên destnîşankirina zerer û ziyanên ku wan erdhejan gihandine avahiyan kirine. Ew karûxebat li seranserî parêzgehê berdewam in û li beşek ji avahiyên ku zererek zêde gihîştine wan xebatên hilweşandinê destpêkirine.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê di çarçoveya wan xebatan de li kolana Cengîzler a taxa Mevlana Halît ya girêdayî navçeya Rezan a Amedê avahiyeke 9 qatî û avahiyeke 10 qatî û li kolana 485 a li heman taxê jî karûbarên hilweşandina avahiyeke 10 qatî temam bûne.

Tîmên şaredariyê bi barhilgiran bermahiyên avahiyên hilweşiyayî vediguhêzin derveyî bajar.

Piştî erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 ku navendên wan li parêzgeha Mereşê bûn heta niha derbarê 35 avahiyên li Amedê de bi sedema ku zerereke zêde gihiştiye wan biryara hilweşandinê hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst