PDK-Sê serkirdeyê xwe Nesredîn Birhik bi bîr anî

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriye (PDK-S), serkirdeyê xwe Nesredîn Birhik ku di Sibata 2012an de li ser rêya Qamişlo hatibû kuştin, bi bîr anî.

PDK-Sê di 11mîn salvegera terorkirina wî de, bi çalakiyekê serkirdeyê xwe Nesredîn Birhik bi bîr anî.

Merasima bîranînê li gundê Kevirê Dena li bajarokê Çil Axe yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

PDK-S, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya desthilatdar li navçeyên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye, bi kuştina Nesredîn Birhik tohmetbar dike, lê PYD wê yekê red dike.

Di merasîmên vejandinê de serkirdayetî û rêxistinên PDK-S û şandeke ji serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û şandeyên partiyên siyasî beşdar bûn.

Herwiha encûmenên xwecihî yên ENKSê û rêxistinên jinan û ciwanan û Dezgeha Malbatên Şehîdan û kesayetiyên niştîmanî û cemawerên Kurd jî beşdar bûn.

Nesredîn Birhik di sala 2012an li ser riya Qamişlo di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin.

Birhik roja 13ê Sibata 2012an li ser riya Qamişlo rastî êrîşeke bi guleyan hatibû, bi giranî birîndar bibû û ji bo nexweşxaneyeke Helebê hatibû veguhestin, lê piştre ji ber giraniya birînan canê xwe ji dest dabû.