Pizîşkên Kubayê li gundên Mereşê birînên qurbaniyên erdhejê derman dikin

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Kuba Pizîşk Mereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke 32 kesî ya pizîşk û karmendên tendirustî ku piştî erdeheja 6ê vê mehê  ji Kubayê çûne parêzgeha Mereşê, li gundan digerin birînên qurbaniyên erdhejê li malên wan derman dikin. Yek ji pizîşkên Kubayî derbarê karûxebatên xwe yên li Mereşê de dibêje: “Em li cihê ku kar dikin ji zehmetiyên ku derkevin pêşberî me natirsin. Ji ber ku em di çarçoveya bingehê dayîna  tendirustiyê de tevdigerin, bêyî ku em cudahiyê bixin nav welatan de heta quncika herî dawî. Bi nêrîna min hizra  bingehîn ku Che Guevara di jiyana xwe de qebûl kiriye ev bû.”

Piştî erdeheja 6ê Sibata 2023an weke gelek welatan Kubayê jî tîmeke 32 kesî ku ji pîzîşk û karmendên tendirustî pêk dihatin şandibûn hawara qurbaniyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê.

Beşek ji wan pizîşk û karmendên tendirustî li parêzgeha Mereşê ne û li navçe û gundên wê parêzgehê birînên qurbaniyan derman dikin.

Tîmên Kubayê heta niha li Mereşê 13 neştergeriyên mezin pêk anîne. Herwiha li navçeya Elbîstanê ew kesên ku ji gundan nikarin biçin navenda bajar, pizîşkên Kubayî bixwe li hawara wan diçin û birînên wan derman dikin.

Serokê Kubayê Miguel Diaz-Canel roja Dûşemê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê  karûxebatên tîmên welatê xwe yên li herama erdhejê de gotibû: “Em pizîşkên xwe yên xweşevîst hembêz dikin. Em bi we şanaz in û karên we ji vê derê dişopînin. Kuba heyranê we ye û ji we hez dike.”

Yek ji pîzîşkên ku ji Kubayê çûye Mereşê Alemy Paret Rodriguez ji ajanasa Anka re axivî û behsa kar û xebatên xwe yên di erdhejê de kir.

Pizîşka jin Alemy Paret Rodriguez bi bîrxist ku şoreşgerê Arjantînî Che Guevara ku di şoreşa Kubayê de roleke girîng dîtiye jî pizîşk bû û got: “Bi giştî em pizîşk ji zehmetiyan narevin û natirsin. Em li cihê ku kar dikin ji zehmetiyên ku derkevin pêşberî me natirsin. Ji ber ku em di çarçoveya bingehê dayîna  tendirustiyê de tevdigerin, bêyî ku em ti cudahiyê bixin nav welatan de heta quncika herî dawî. Bi nêrîna min hizra bingehîn ku Che Guevara di jiyana xwe de qebûl kiriye ev bû, bêyî ku cih ferq bike beriya hertiştî pizîşk bû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst