Cezayê girtiyên Badînan bi fermana Nêçîrvan Barzanî hat kêmkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê tîma parêzerên xwebexş a girtiyên Badînan ragihand, bi fermana Nêçîrvan Barzanî ji %60 cezayê girtiyên Badînan hat kêmkirin û piştî 6 mehên din dê bên berdan.

Serokê tîma parêzerên xwebexş a girtiyên Badînan Beşdar Hesen îro, 23/02/2022, ji Rûdawê re ragihand, bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî cezayê girtiyên Badînan ji %60 hat kêmkirin.

`Ceza hat sivikkirin`

Beşdar Hesen diyar kir, ev ne biryara efûkirinê, lê biryara sivikkirina cezayê wan girtiyan e û li ser navê tîma parêzerên xwebexş spasiya Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Dadgeha Tawan a Hewlêrê roja 16ê Sibata 2021an bi tometa “têkdana asayişa niştimanî” 6 sal ceza li Şêrwan Şêrwanî, Eyaz Kerem, Guhdar Hemedemîn, Harîwan Îsa û Şivan Seîdî birî.

Umêd Beroşkî ku ew jî hatibû girtin û salek û 7 mehan di zindanê de mabû, hatibû berdan.

`Sê doz li ser Umêd Beroşkî hebûn`

Beşdar Hesen ku parêzerê dosyeya Umêd Hecî Fetah (Umêd Beroşkî) roja Sêşemê, 22/02/2022, ji Rûdawê re ragihandibû, “Umêd Beroşkî sê doz hebûn ku li ser ya yekem cezayê salek û 7 meh zindanê temam kir ku ew jî li gor maddeya 1 a yasaya hejmar 21 a sala 2003an.”

Jibilî Umêd Beroşkî, Bedel Berwarî ku yek ji girtiyên din bû, roja 19ê Tebaxa 2020an bi tometa “handana xelkê bo xwepêşandanan” li Duhokê hatibû desteserkirin û bi temamkirina cezayê xwe (1 sal), roja 20ê Cotmeha 2021an hatibû berdan.