Li ser rêya kolberên Kurd mîn teqiyan û 4 kes birîndar bûn

23-02-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kolber Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser sînorê di navbera Rojhilatê û Başûrê Kurdistanê de, di du bûyerên cuda de mîn li ser rêya kolberan teqiyan û di encamê de 4 kolber birîndar bûn.

Bûyera yekem êvara roja Duşembê 21ê Sibata 2022an li sînorê qezaya Bane ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bûye û li devera sînorî ya Hengejal a Baneyê mînek li ser rêya kolberan teqiyaye.

Di vê bûyerê de 3 kolberên Kurd birîndar bûne.

Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan nasnameya wan sê kolberên Kurd aşkere kiriye û ragihandiye, “di bûyerê de Fuad Beytûşî (24 salî), Kiyanûş Reûfî (24 salî) û Amanc birîndar bûne” û hersê kes “xelkê qezaya Serdeştê” ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve ne.

Li gor Hengawê, ew kolber “ji lingên xwe ve birîndar bûne” û bi armanca dermankirinê bo navendên dermanî yên qezaya Baneyê hatine veguhastin.

Her heman rojê li sînorê qezaya Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê jî mînek li ser rêya kolberan teqiyaye û di teqînê de kolberek birîndar bûye.

Nasnameya wî kolberî, Erkan Mehmûdî û 25 salî hatiye ragihandin.

Li gor raporteke rêxistina Hengawê bo Mafên Mirovan, ji destpêka îsal a zayînî ve herî kêm 6 kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema teqîna mînan birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst