HSDê derbarê Tebqayê de hişyarî da

23-02-2022
RÛDAW
Nîşan Tebqa HSD Hesen Ehmed Encûmena Serbazî Tirkiye Sûriye Rejîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSDê hişyarî da û got, “Tirkiye û Sûriyê hewl didin aramiya herêma Tebqayê têk bibin.”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser rewşa herêma Tebqayê hişyariyê dide û diyar dike ku Tirkiye û Sûriyê dixwazin aramiya li Tebqayê xerab bikin.

Derxistina aloziyan li nav xelkê herêmê

Endamê Ofîsa Pêwendiyên Encûmena Serbazî ya Tebqayê Hesen Ehmed, Tirkiye û Sûriye bi derxistina aloziyan di navbera xelkê navçeyê de tohmetbar kirin.

Endamê Encûmena Serbazî ya Tebqayê Hesen Ehmed diyar kir, “Eşîrên me hişyar in, têgihiştî ne û rewşa wan pir baş e. Ew her dem hewl didin nakokiyan çareser bikin.”

Aliyên ji nakokiyan sûdmend

Lê Hesen Ehmed dibêje, “Em ji aliyekî din ve dibînin ku hin alî hene ji van nakokiyan sûdmend in, ji bo alozkirina ewlehiya navçeya me. Ji wan jî rejîm û ajendayên Tirkiyê.”

Li gor gotina Endamê Encûmena Serbazî ya Tebqayê Tirkiye û Sûriye “Her dem hewl didin nakokiyan li navçeyê derxînin.”

Tebqa

Tebqa piştî avakirina Bendava Feratê hatiye damezrandin. 55 kîlometreyan li rojavayê bajarê Reqayê ye û 150 kîlometre ji Helebê dûr e.

Roja 4ê Sibata 2017ê HSDê sêyemîn qonaxa `Operasyona Hêrsa Feratê` ragihandibû û Gulana heman salê jî Tebqa ji destê DAIŞê hatibû derxistin û bi temamî hatibû kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat li Amedê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw

Karsazên Kurd piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ragihand

Şahîsmaîl Bedîrhanoglu diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin