Nêçîrvan Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Tawanbar rûbirûyê yasa dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê şewitandina Şinyar Huner de peyamek belav kir û ragihand, “Em bi her şêweyî jinkujî û serkutkirin û azardana jinan bi çi hincetê be, şermezar dikin. Em hemû aliyan piştrast dikin ku tawanbar rûbirûyê yasa dibin.”

Jina bi navê Şinyar Huner ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin îro, 23/02/2022, demjimêr 08.30ê sibehê, ji ber birînên xwe yên giran, jiyana xwe ji dest da.

Diyardeya rûreş…

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro derbarê qetilkirina Şinyar Huner de peyamek belav kir û ragihand, “Wek her dem û heta dawiyê, rûbirûyê diyardeya rûreş a tundûtûjiya malbatî dibin û bi her şêweyekî jinkujî û serkutkirin û azardana jinan bi çi hincetê be şermezar dikin."

Nêçîrvan Barzanî di peyamê de “di asta herî bilind de hevsozî û hevxemiya” xwe li gel dayik, bav, malbat û kesûkarên Şinyar Huner a dayika du zarokên sava derbirî û serxweşiyên xwe pêşkêş kirin û hêviya aramiyê bo xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Mixabin amarên jinkujî û tundûtûjiya li hember jinan bi hemû şêweyek, hêj cihê nîgeraniya mezin in û nav û navdariya Herêma Kurdistanê û civakê lekedar dikin, lewma berpirsyariyê dixin stûyê me hemûyan.”

Rûbirûbûna çanda paşketî

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê bûyerê hemû aliyan piştrast dike, “Em hemû aliyan piştrast dikin ku tawanbar rûbirûyê yasa dibin û hemû dam û dezgehên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bi awayekî gurtir rûbirûyê vê çanda paşketî dibin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro derbarê qetilkirina Şinyar Huner de peyamek belav kiribû û piştgiriya xwe ji bo cezakirina tawanbaran dubare kiribû.

Qetilkirina Şinyar Huner

Şinyar Huner a 21 salî sibeha roja Şemiyê, 19/02/2022, bi cesteya xwe ya bi agir pêçayî ji mala xwe derket û hawara xwe bir bo cîranan, piştî ku agir hat vemirandin ku hemû cesteya wê girtibû, Şinyar Huner  ji cîran û xesûya xwe re got, “hevjînê min ez şewitandin.”

Şinyar Huner di îfadeya xwe de ji bo Polîsê Silêmaniyê jî eşkere kir, “Hevjînê min neft bi min de kir û agir berdayê” û bavê wê jina 21 salî jî ji Rûdawê re ragihand, “bawer im di dema bûyerê de hevjînê Şinyar serxweş bûye.”

2 zarok li pey xwe hiştin

Şinyar Huner du zarokên 2 û 4 salî li pey xwe hiştin û hevjînê wê jî 25 salî ye. Li gor gotina Polîsê Silêmaniyê, hevjînê Şinyar Huner dixwest biçe derveyî welat, lê hat desteserkirin.

Parêzerê dosyeya wê jinê Awdêr Elî di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, jibilî desteserkirina tometbarê sereke yê dosyeya Şinyar Huner, fermana desteserkirinê bo tometbarekî din jî hatiye derxistin.

Awdêr Elî diyar jî kir, tometbarê hatiye desteserkirin, çawaniya bûyerê vegotiye û lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.