Hikûmeta Kurdistanê: Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê nedadmend e

23-02-2022
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî Qubad Talebanî Dadgeha Federalî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya û du encamnameya civînê de hat tekezkirin ku biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê “derqanûnî û nedadmend” ye.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro, 23ê Sibata 2022an, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Parastinba mafên Herêma Kurdistanê

Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê a li ser petrol û gaza Herêma Kurdistanê mijareke sereke ya civînê bû û li gor daxuyaniyê Encûmena Wezîran “biryara dadgehê wek biryareke derqanûnî û nedadmend binav kir û tekez kir ku, Herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo berevanîkirin û parastina maf û desthilatên xwe yên destûrî bi awayek ku di nava destûra bingehîn ya Iraqê de hatine bicihkirin û destûr jî di sala 2005an de ji aliyê piraniya xelkê Iraqê ve hatiye pejirandin.”

Encûmena Wezîran tekez dike, “Di heman demê de Hikûmeta Herêmê helwesta xwe ya neguhertî dubare kir bo berdewambûn li ser karkirina hevbeş li gel hikûmeta federalî bo pêkanîna rêkeftinê li ser çawaniya çareserkirina vê mijarê.”

Serdana Qeterê û Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê

Herwiha di civînê de behsa serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr bo Qeter û beşdariya di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de hat kirin û di daxuyaniyê de hatiye, “di nava tevahiya hevdîtin û civînan de, me helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê babetên têkildar eşkere kir û tekez li ser vê yekê kir ku, Herêma Kurdistanê faktereke girîng a asayîş û aramiyê ye li deverê.”

Her li gor daxuyaniyê Encûmena Wezîran “bernivîsa rojjimêra çandinî ya li Herêma Kurdistanê pejrand ku ji aliyê Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêger Talebanî ve hatibû pêşkêşkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst