Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan piştî gefên Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu yên li dijî wî bersiva da û got: “Dibêje ‘ezê te perçe bikin’ vaye meydan, mêr e bila were.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan têkildarî operasyona artêşa Gare ya li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê ji Stêrk TV re axivî û got: “Erdogan bi qumarê lîst, lê xisirî. Ya rast, xwest ku Garê veguherîne şoveke siyasî, lê jê nehat.”
Murat Karayilan diyar kir mijara şerê Gare girîngiyeke xwe hebû û Serokomar, wezîr û fermandariyên Tirkiyê giştî bi xwe li ser sekinî bûn û bi mehan amadekariya wê kirin û piştre êriş kirin.
Karayilan diyar kir ku ev derdora 6 mehan e şerek dijwar di navbera wan û artêşa Tirkiyê de heye û got: “Ji ber vê jî di sîstemê de krîz heye. Rejîma tifaqa AKP-MHP-Ergenekonê di warî aborî, siyasî, civakî û eskerî de pêsîrtengî û tengav bûye. Siberoja wan di tehlûkeyê de ye. Di van şert û mercên zivistanê de xwestin derbekê li me bidin û bi vî awayî hebûna xwe dewam bikin.”
Derbarê armanca artêşa Tirkiyê ya ji êrişa Gareyê de Karayilan got: “Êrişa Garê weke asta herî jor a van êrişan plan kiribûn. Dixwestin Garê dagir bikin. Li cihê wê yê herî stratejîk bi cih bibin û bi vî awayî hem li dijî me û li dijî hêzên dewrûberê bibin xwedî pozîsyoneke bi hêz û serdest.”
Bi gotina Karayilan agahiyên berpirs û fermandeyên Tirkiyê hebûn ku li wê herêmê êsîr hene û ew dibêje: “Li heman herêmê êsîr hebûn. Di vî warî de agahiya wan hebû. Me jî dizanîbû haya wan ji vê heye. Dixwestin sax an jî mirî bixin destê xwe û şov bikin. Pêdiviya wan bi vê hebû ji bo desthilatiya xwe bidomînin. Di asta herî jor de hatibû plankirin û amadekirin. Tevî ku dizanîbûn ne beraqil e, û bi tehlûkeye jî li ber çav girtin. Erdogan bi qumarê lîst û xisirî. Ji bo dagirkirinê hat û nekarî dagir bike. Êsîran jî li şûna rizgar bike kuşt; gelekî zêde xisirî.”
Karayilan hewiha got: “Erdogan yekemcar neçar ma ku bêje 'Mixabin em bi ser neket'. Li gorî agahiyên ku hevalan dan, nêzî 20 Drone, 41 balafirên şer li ser Garê firiyan. Helîkopter û balafirên jê re Atak dibêjin, car carna ketin dewrê. Lê belê nekarîn bi me bidin windakirin.”
“Şandên serbixwe dikarin bên”
Karayilan dibêje ku ew “li gorî hiqûqa şer a navneteweyî tevdigerin, êsîran diparêzin, ji bo parastina wan jî fedakariyeke mezin dikin” û ev bang kir: “Em bi zelalî dibêjin, heyetên serbixwe/navneteweyî dikarin bên qada me. Cenazeyên hevalên me yên şehîd bûn, dikarin ji wan mînakan werbigirin. Dikarin li kampê lêkolînê bikin. Em wan vedixwînin; bila bên lêkolîn bikin.”
“Cotyar Muhsî mirovê me bû”
Derbarê kuştina xortekî 29 salî yê Amêdiyê yê bi navê Cotyar Muhsin ku yek ji 13 dîlên dîlên di dema operasyonê de hatibû kuştin de jî Karayilan wiha axivî: “Dixwazim balê bikişînim ser mijareke din. Mirovê me yê bi navê Cotyar jî li wir bû. Hevalan amadekarî dikirin ku wî berdin. Ya rast li gel hevalan bû, ne tam mêvan jî bû. Mirovê me bû. Bêguman berpirsyarî dîsa ya me ye, lê belê berpirsyarê qetilkirina wî rayedarên Tirk e. Bêwijdanî bêmerhametiya wan bû sedema rûdana bûyereke wiha.”
HPG bi hinceta sîxurîkirina bo MÎTa Tirkiyê, Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye, 29ê Çileya 2020an girtibû.
“Berpirsyariya me û PDKê girîng e”
Li ser îdiayên “Pêşmerge cîlên artêşa Tirkiyê lixwe kiriye û beşdaî operasyona Gareyê bûye” Karayolan got ku ew îdia derew in û got: “Tiştekî bi vî rengî nîne. Plana dijmin ew e ku Kurdan bi hev re bide şerkirin, dawî li hebûna Kurdan bîne. Armanceke xwe ya bi vî rengî heye. Di vê der barê de me daxuyaniyek weşandibû. Armanc çi ye? Dixwazin provokasyonê çêbikin. Dixwaze herduyan li dijî hev sor bike. Dijmin dixwaze di navbera Kurdan de şer rû bide. Bila kes nekeve vê xefikê. Di vê pêvajoyê de hewldana ji bo afirandina helwesteke neteweyî gelekî girîng û jiyanî ye. Di vir de berpirsyarî dikeve ser milê her kesî. Berpirsyarî dikeve ser milê Yekgirtûy, Goran, Komela, hemû partiyên li Rojava, Rojhilat, Bakur. Lê belê di vir de berpirsyariya me û ya PDK'ê, têkiliya navbera me girîng e.
Pêştir Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu gefa kuştina Murat Karayilan xwaribû û ragihandibû, di tola wan 13 dîlên ku di êrişa ser Gare de hatine kuştin, “eger em Karayilan negirin û nekin hezar perçe, bila ev millet tifî nav çavê me bike”.
Karayilan jî bersiva gefa Soylu da û got: “Dewletek û wezîreke normal van gotinan nake. Çima wiha gefan dixwin û zimanê kolanan bikar tînin? Çimkî têk çûne û vê yekê qebûl nakin. Eger em ji şehîdbûnê bitrisan vê ev kar nedikir. Em cangoriyê vî gelî ne û her tim ji her tişt re amade ne. Ez dibêjim vaye meydan û bila were. Lê bila bixwe were, ne ku zarokên xelkê Tirkiyê berde me û weke li Garê bidin kuştin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê herwiha ji Soylu re got: “Eger ewqas mêr e bila bixwe bê. Li salonên parlmentoyê rehet e gotina bike. Ji sala 2016an ve dibêje PKKê dê bidawî bibe. Her sal heman derewan dikin.”
Artêşa Tirkiyê di 10ê Sibatê de li Çiyayê Gare operasyonek li dijî PKKê bi navê Operasyona Çengê Baz-2 destpê kir û roja 14ê Sibata 2021an Wezîrî Berevaniyê yê Tirkiyê, Hulusî Akar li Şirnexê bidawîbûna operasyonê ragihandibû.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandibû, di şerê Gare de tenê 3 efserên wan hatine kuştin û 3ê din jî birîndar bûne, di hember de jî 48 gerîllayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 gerîlla jî hatine girtin.
Di dema operasyona artêşa Tirkiyê ya li Çiyayê Gare de 13 leşkerên Tirkiyê ku di destê PKKê de esîr bûn, hatinbûn kuştin. Tirkiye û PKK hevdu bi kuştina wan serbazên dîl tometbar dikin.
Derbarê amarên wî şerî de PKKê jî canjidestdana 15 gerîlayên xwe û kuştina 37 leşkerên Tirkiyê ragihandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse