Mexdûrên erdheja Wanê hê nehatine qerebûkirin

23-02-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salek di ser erdheja bajarokê Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê re derbas dibe. Mexdûrên erdhejê hê nehatine qerebûkirin û zivistana duyem e ku di rewşeke dijwar de li nav konteyneran derbas dikin, ew konteynerên piştî erdhejê bo wan hatibûn dabînkirin.

Îro Sêşemê 23ê Sibata 2021ê bi helkefta derbasbûna salekê di ser erdheja bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê re ku di encam de li gundê Elbîsê (Ozpinar) ser bi bajarokê Elbaka Wanê 10 welatiyan canê xwe ji dest dan, merasîmek tê sazkirin.

Merasîm bi amadebûna Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Yilmaz li goristana gundê Elbîsê tê sazkirin ku qurbaniyên erdhejê lê hatine veşartin.

Jineke bi temen a mexdûra erdhejê jî dibêje ku ew di vê zivistanê de jêr mercên dijwar jiyana xwe berdewam dikin û berpirsên dewletê yên soza dane wan sozên xwe bicih nehanêne û daxwaza alikariyê dike.

Demjimêr 08:53 deqeyên roja Yekşembê 23ê Sibata 2020ê erdhejek bi hêza 5.9 pile, bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bi kurahiya 5.22 kîlometre hejand û piştre du erdhejên din li heman navçeyê bi hêzên 4.5 û 4.0 pile çêbûn.

Li parêzgehên Wan, Îdir, Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hat kirin. Ji ber erdhejê li bajarokê Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 10 welatiyan canê xwe ji dest dank u 4 ji wan zarok bûn û 37 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst