Cotkarên Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi gûbre hene
Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê gûber (semad)î biha bûye, ji bo ku nexweşiya zadên wan çareser bibe, divê cotkar zeviyên xwe gûbre bikin, lê tona gşbere bi derdora 400 hezar lîreyan e.
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi derman heye, ji ber ku gelek giyayên ne baş di nav zeviyên wan ên çandiniyê de derdikeve.
Çandiniya dexlûdan zer bûye û li xwe zêde nake. Cotkarên Rojavayê Kurdistanê jî ji ber bihabûna derman û gûbre nikarin bobelat û êşên zeviyên xwe çareser bikin.
Ji lawazbûna axa zeviyan û çandiniya bêpergal ev çend sal in zeng û kwîrik li zeviyên dexlûdan dixe, beşê parastina çandiniyê ya bi ser Rêveberiyê Xweser ve heta niha çareyên guncav nedîtine. Lê her beşekî ji wan pêdiviyan peyda dike û çavdêriyê li gûbre û dermanên bazarê dike.
Çandiniya dexlûdan li Rojavayê Kurdistanê par rastî mezintirîn ziyanê hat, ku bi hezaran hektar ji zeviyan şewitîn û zengê li hin zeviyan da. Di encamê de cotkar rastî şikestineke mezin a aborî hatin ku tenê bi birekî kêm ji tov hatin qerebûkirin.