Kurdistan: Ji ber girankirina buhayê maskeyan hejmarek dermanxane hatin cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Tevî ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê hêj ti haleteke tûşbûna bi vîrusa Koronayê nehatiye tomarkirin, lê belê ji ber tirsa ji vîrusê, nirxên maskeyan bilind bûye, ji ber wê jî hikûmetê tedbîrên xwe tund kirine û hejmarek dermanxane hatin cezakirin.

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê çi haletên tûşbûna bi vîrusa Korona nehatine tomarkirin. Lê tirseke mezin li nav xelkê peyda bûye û taybet piştî ku li Îranê haletên tûşbûn û mirina bi vê vîrusê hatin tomarkirin.

Li aliyekê din, ji ber tirsa ku di nava xelkê de peyda bûye, li Herêma Kurdistanê krîza mask û kelûpelên pizîşkî çê bûye.

Herwiha têkildarî metirsiyên vîrûsa Koronayê û tedbîrên ji bo rûbirûbûna vê vîrusê,Çarşema bihê, Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê dicive.

Parêzgarê Silêmaniyê, Heval Ebûbekir ragihand, ew rê nadin kes di bazarn de kelûpelên pêwîst  ihtîkar anku qorix bike, buhay wan giran bike û dê li çarşema tê, encûmena wezîran biryarê li ser tedbîrên serderiya ligel rewşê bide.

Li parêzgeha Duhokê jî, qaymeqam û hejmareke berpirsên din ên wê parêzgehê, li nava bazara dermanan û dermanxaneyan geriyan û kesên ku buhayê maskeyan zêde kirine, yan jî li gorî kalîteyan berhem neanîne, hatin cezakirin.

Qaymeqamê Duhokê Cewher Elî ji Rûdawê re ragihand, hin kesan nirxê maskeyan bilind kirine û ew kes hatine cezakirin.

Cewher Elî diyar kir, herwiha hinek dermanxaneyan jî bê beramber maske dane xelkê ku ev jî ji bo wan helwestekî gelek mirovane ye.