Mistefa Çavreş: Bafel Talebanî serdana Hewlêrê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Serkirdatiya YNKê bi piraniya dengan programa wê partiyê pesend kir. Endamekî serkirdatiya partiyê jî dibêje, Hevserokê YNKê Bafel Talebanî dê serdana Hewlêrê bike.

Îro Yekşemê 23ê Sibatê, Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) civiya û bi piraniya dengan programa wê partiyê pesend kir.

Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê, Mistefa Çavreş piştî civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “di civîna îro de deng li ser programa YNKê hat dan û hat pesend kirin, herwiha raporta Kosret Resûl a ji bo kongreyê jî hat gotûbêjkirin û hat pejirandin.”

Mistefa Çavreş amaje bi hewlên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kir û da xuyakirin: “Em dixwazin beşek bin ji hikûmeta Iraqê û em dijatiyê nakin. Em naxwazin partiyên kartonî li ser navê Kurdan li Bexdayê biaxivin.”

Wî endamê serkirdatiya YNKê derbarê hilbijartina sîstema hevserokatiyê ji aliyê partiya xwe ve û helwesta Partiya Demorkata Kurdistanê (PDK) li ser vê mijarê got: “Kek Mesûd pêştir pîrozbahî li YNKê kiriye û daxwaz jî kiriye, Bafel Talebanî serdana Hewlêrê bike, ji bo beşdariya di civîneke giring de ku dê sibe birêve biçe.”

Mistefa Çavreş herwiha behsa wê yekê jî kir, ku Bafel Talabenî dê tevî şandeke pê re ji bo beşdariya di civîneke derbarê rewşa Iraqê de biçe Hewlêrê.