18 Photos
Merîwan (Rûdaw) –
Keşûhewaya navçeyên Rojhilatê Kurdistanê gelek cuda ye û di demsala zivistanê de pileyên germiya hewayê gelek nizim dibin û li piraniya dever û bajaran bo jêr sifrê kêm dibe.
Merîwan yek ji navçeyên Rojhilatê Kurdistanê ye û di demsala zivistanê de jî xwedî cuwanî û balkêşiyeke taybet e. Bi taybet bi barîna berfê, rûyê erdê bi tevahî spî dibe û dîmenên balkêş derdikevin holê.
Navçeya Merîwanê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye.