Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji Mîrê Kurdên Êzidî re xwast

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber wefata hevjîna Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg peyama sersaxiyê da.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got: “Ji ber koça dawî ya hevjîna we Tirko Cindî (Rehma Xwedê lê be), sersaxiya we û malbata we dixwazim. Em hêvîdar in Xwedayê Mezin û Dilovan wê bixe ber dilovaniya xwe û ji we û malbata we re sebir û aramî bibexşîne.”

 

Di berdewama peyama xwe de Serokwezîr Barzanî got: “Em beşdar û hevbeşê xemgîniya we ne û em hêvîdar in ku ev bibe xemginiya dawî ya malbata we û temenê we dirêj be.”