Ormiye (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê, kovareke herêmî ku bi zimanê azerî derdikeve, îdia kiriye ku kurd li Ormiyê “kêmîneyeke olî“ ne. Wê kovarê her wiha bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê jî wek bajarê tirkan bi nav kiriye!
Kovara azerî ya bi navê “Agrî”, ku li bajarê Ormiyê derdikeve, di hejmara xwe ya dawî de li ser kurdan tiştên sosret gotiye û îdia kiriye ku kurd li Ormiyê kêmîneyeke olî ne.
Wê kovarê her wiha îdiayeke din jî avêtiye ortê û gotiye, bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bajarê tirkan e û navê bajêr jî “Pinar” e.
Komek çalakvanên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî îdiayên wê kovarê nerazîbûn nîşan dane û gotine, divê ew rayedarên ku rê dane ew kovar wan tiştan belav bike, dest ji kar berdin…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse