Amerîka û Brîtanyayê dîsa êrişî Hûsiyan kir

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brîtanya Hûsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka û Brîtanyayê li Yemenê careke din êrişî hin baregehên Hûsiyan kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê, Hûsiyên Yemenê yên ku Îran piştgiriyê dide wan, li Deryaya Sor êrişî keştiyên bazirganiyê dikin.

Amerîka û Brîtanyayê bi piştevaniya çar welatên din di êrişên xwe de bersiveke tund da êrişên Hûsiyan ên li ser keştiyên bazirganiyê.

Amerîka û Brîtanyayê bi piştevaniya Awistrulya, Behrên, Kanada û Holandayê êrişî 8 cihên Hûsiyan kirin.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê derbarê êrişî de daxuyanî da û ragihand:

“Di êrişa îro de bi taybetî depoya binerdî ya Hûsiyan û cihên mûşekan û çavdêriya asmanî bi giştî 8 cih hatin hedefgirtin.”

Êrişî 30 keştiyî hatiye kirin

Li gorî daxuyaniyê, Hûsiyan ji nîvê Çiriya Paşîna 2023yan ve heta niha zêdetirî 30 carî êrişî keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor kiriye.

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê diyar kir ku armanca êrişê kêmkirina şiyanên Hûsiyan û pêkanîna aramiyê bû û got:

“Em dixwazin hişyariya xwe ji Hûsiyan re dubare bikin. Em dê ji bo parastina jiyan û herikîna azad a bazirganiyê li hemberî metirsiyên berdewam dudilî nebin.”

Li aliyê din, malpera Ensarulahê ya Hûsiyan jî ragihand ku hêzên Amerîka û Brîtanyayê êrişî paytexta Yemenê bajarê Sanayê kir.

Amerîka û Brîtanyayê bi piştgiriya hin welatên din dest bi êrişên ser Hûsiyan kiriye û heya niha jî 8 caran êriş biriye ser hin deverên Yemenê ku di bin kontrola Hûsiyan de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst