Ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, îro li parêzgehên Qers, Erdexan, Wan, Erzirom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê berf dibare.
Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, îro ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berfê ya di "asta zer" de da.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, li parêzgehên Qers, Erdexan, Wan, Erzerom, Agirî, Mûş, Sêrt, Bêdlîs, Colemêrg û Şirnexê berf dibare.
Li parêzgehên Dêrsim, Erzingan, Çewlîg, Xarpêt, Amed, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Sêwaz û Mereşê jî baran dibare.
Pileya germê jî bi şevan dadikeve bin sifrê û bi roj jî li hinek bajaran heta 10-11 pileyan bilind dibe.
Pileya germê li bajarên wekî Qers û Erziromê bi şevan heta bin sifirê 6 pileyan dadikeve û bi roj jî li bajarên wekî Amed û Rihayê heta 10-11 pileyan bilind dibe.