Li Efrînê girtina jinên Kurd zêde bûye: Ji heman gundî 4 jin hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê girtina jinên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve di van demê dawî de zêde bûye.

Ji destpêka 2024an ve li gundê Goliyê Jêrînê yê Efrînê 4 jinên Kurd ji aliyê çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ya ser bi Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Jinên Kurd ên bi navên Fatîme Mihemed Silêman a 53 salî û Rîhane Mihemed Yûsif a 55 salî ên ji gundê Goliyê Jêrînê di 14ê Kanûna Paşîna 2024an de ji aliyê çekdaran ve hatine girtin.

Hevjînê Rîhaneyê Mihyedîn Silêman, sala 2018an di topbaraneke Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dabû.

Herwiha di 2yê Kanûna Paşîn de Zêneb Silêman Silêmana 20 salî û xwişka wê Henîfe Silêman Silêmana 19 salî li heman gundê Goliyê Jêrînê ji aliyê grûpên çekdar ve hatibûn girtin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, roja 19ê Kanûna Paşîn jî pîrejineke Kurd a bi navê Elmase ya 65 salî ji gundê Heçîkê Jêrîn ji aliyê çekdaran ve hatiye girtin.