Li Dêrezorê êriş: Kuştî û birîndar hene

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyeyê karwaneke leşkerî ya grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve ji aliyê balafirên ku nayê zanîn ên kê ne hat bombebarankirin.

Di êrişê de 5 milîs hatin kuştin û 3 milîs jî birîndar bûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), karwaneke leşkerî ya grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li derbasoka di navbera Îraq û Sûriyeyê ya li navçeya Elbûkemalê ya parêzgeha Dêrezorê hatiye bombebarankirin.

Heta niha ti aliyekî berpirsiyariya vê êrişê negirtiye ser xwe.

SOHRê ragihand ku êriş li dijî wesayîteke cebilxaneya leşkerî hatiye kirin û di bombebaranê de 5 milîsên Îranê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Herwiha SOHRê tekez kir ku ew balafirên êriş pêk aniye dibe ku yên Amerîkayê bin.

Li aliyê din, doh li Dêrezorê li dijî tesîsa gazê ya Konîkoyê ku hêzên Amerîkî lê bi cih bûne êrişek pêk hat.

Grûpa Şîe ya ku navê Berxwedana Îslamî ya Îraqê li xwe dike berpirsiyariya wê êrişê girtibû ser xwe.

Piştî ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir li Îraq, Herêma Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar herî kêm 130 carî êrişî hêzên Amerîkayê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst