Riha: 18 kes bi gumana bazirganiya çekan hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 18 kes bi gumana bazirganiya çekan hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyan, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgehên Riha, Dîlok, Semsûr, Şirnex û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê bi hinceta bazirganiya çekan operasyonek da destpêkirin.

Navenda operasyonê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bû.

Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li wan her 5 parêzgehan bi awayekî hemwext bi ser çend navnîşanan de girt û 18 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyên kesên desteserkirî birin rêveberiya ewlehiyê.

Hat ragihandin ku di lêgerînên li wan navnîşanan de dest bi ser 5 demançe û 5 çifteyên bê ruxset û gelek gule û çend materyalên dijîtal de hatiye girtin.