Li Germiyanê mayîn teqiya: Nûciwanek mir, 20 serî pez mirar bûn

23-01-2024
Nîşan Germiyan Mayîn Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Germiyanê nûciwanê ku bi mayînê lîst mir, herwiha 20 serî pez jî mirar bûn.

Navê wî nûciwanî Rehêl Rêbîn e û ew xelkê gundê Elî Mîrê yê nahiyeya Qoretûyê ya Germiyanê bûye.

Li gorî agahiyan, Rehêl Rêbîn bi bavê xwe re çûye ber pez û bi mayînê lîstiye lê mayîn pê de teqîyaye.

Rehêl canê xwe ji dest daye û 20 serî pêz jî mirar bûne.

Şaxa Germiyanê ya Reveberiya Karûbarên Mayînan da zanîn ku ev bûyer îsal li Germiyanê bûyera ewil a teqîna mayînan e.

Şaxa Germiyanê ya Reveberiya Karûbarên Mayînan hişyarî da xelkê ku ji mayînan dûr bikevin û dest nedin bermayiyên teqemeniyan.

Rêveberiyê herwiha destnîşan kir ku dema welatî mayînan dibînin dikarin telefonî “182”yê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst