DÎLOK - Karkerê 20 salî roja ku kar peyda kir li ser kar mir

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Dîlok Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Alêbanê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, karkerekî 20 salî ji asansora bar ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Li navçeya Alêbanê (Şehîdkamîl), karkerê bi navê Muhammet Emîn Ari yê 20 salî ku îro li avahiyekê dest bi kar kiribû li qatê 7an ji asansora bar ket xwarê û canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Ari ji bo karên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Dîlokê.

Herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Hat zanîn ku Muhammet Emîn Ari îro dest bi kar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst