Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê li ser îdiayên ‘şerê bi PKKyê’ re daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê ragihand, îdiayên ku wan ji bo bi PKKyê şer bikin ferman standiye derew in.

Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê da zanîn ku di torên civakî de îdiayên bi şiklê “Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê ji bo bi gerîlayên PKKyê re şer bikin ferman standiye” hene.

“Ev nûçe sexte ye”

Fermandariyê şeva borî li ser van îdiayan daxuyaniyek belav kir û got:

“Îro di torên civakî de nûçe û belgeyên hûnandî û ji rastiyê dûr hatin belavkirin.

Li gorî van nûçe û belgeyan ferman hatiye dayîn ku hêzên di bin ferman standiye ku rûbirûyî gerîlayên PKKyê bibin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku ev nûçe sexte ye û em naveroka wê jî red dikin.”

Fermandariya Pêşmergeyên Zêrevaniyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de amaje bi êrişa Îranê ya li Hewlêrê jî da û got:

“Em bawer dikin ku vê demê belavkirina vê nûçeya sexte dirêjkirina kampanyaya xapandinê ye ku çend rojan piştî mûşekbarankirina bajarê Hewlêrê ji aliyê dilnexwazan ve dest pê kiriye.”