'Eger hunermendên Kurd pirtûkên bi deng bixwînin dê xwînerên Kurdî zêdetir bibin'

23-01-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Înan Eroglu Pall Weşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneyeke nû li weşangeriya Kurdî zêde bû. Weşanxaneya nû ya bi navê Pall Weşan payîza par li Amedê hatibû avakirin.

Pall Weşanê ku navenda wê li Ameda Bakurê Kurdistanê ye, bi sê pirtûkan dest bi karê xwe yê weşangeriyê kir.

Pall Weşan di halê hazir de bi Kurdî (Kurmancî) û Tirkî weşana xwe dike, lê piştî demekê dixwaze Kirmanckî jî lê zêde bike.

Pall Weşan dê pirtûkên xwe bi sê formatên cuda, weke e-pirtûk, pirtûka bideng û pirtûka çapkirî belav bikin.

Rêveberê Giştî yê Pall Weşanê Înan Eroglu beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû.

Înan Eroglû diyar kir ku ew weşangeriyeke nifşê nû ne. Eroglu got ku armanca wan ew e ku bi şêwaza weşangeriyê xwe bigihînin ciwanan û wan tevlî cîhana weşangeriyê bikin.

Înan Eroglu diyar kir ku îro weşangeriya Kurdî bi piranî di bin rêveberiya nifşên kevn de ye û dixwazin vê rewşê biguherînin û wiha got “Em dixwazin weşanxangeriyeke nû çêkin. Mebesta me ji nifşê nû ne tenê weşana ji bo nifşê ciwan e. Ji sedî 90ê beşdarên vê weşanxaneyê ciwan in û em jî hewl didin bi taybetî derfetan pêşkêşî nivîskarên ciwan bikin. Nivîskarên pirtûkên ku em çap dikin jî nivîskarên ciwan in. Çima em vê yekê dikin? Ji ber ku dema em îro lê dinêrin, weşangerî bi piranî di destê kesên xwedî temenekî mezin de ye. Em ji van kesan re temenek dirêj dixwazin, lê ez di wê baweriyê de me: Ger nifşek nû, nifşek ciwan dernekeve û ji xwe re derfetên nû neafirîne, mîna demên piştî kovarên Hawar û Tîrêj, wê mehkûmê bêdengiya bi dehan salan bibin. Ez heman rîskê îro jî dibînim. Ger em nifşên ciwan tiştekî nekin dê demek bêdengiyek ku bi salan bidome û tiştek nû çênebe.

Ji ber vê yekê me got em nifşê nû ne û bi rastî weşanxaneya me heta niha weşanxaneya herî ciwan e.”

Dê bi sê formatan weşangerî bê kirin

Eroglu destnîşan kir ku ji bilî weşanxaneyeke ciwan, taybetiyên wan ên din jî hene û wiha axivî “

Em dê bi sê formatan weşangeriyê bikin. Em ê hem bi çap, hem jî pirtûkên dengî û yên elektronîkî weşangeriyê bikin. Bi rastî ji xwe jî îro li Tirkiyeyê di van şert û mercan de çapkirina pirtûkek pir buha ye. Ji ber vê yekê em hejmareke hindik pirtûk çap dikin. Carinan em wê di sînorê 200 carinan 300 de digirin. Helbet em vê hejmarê li gorî firotin û belavkirinê diyar dikin. Em dixwazin xwe hinekî  di warê dîjîtal xurt bikin. Em dixwazin xwendevan an jî kurdên çar aliyê cîhanê bi rehetî xwe bigihînin pirtûkên me. Gelek xebatkarên me yên ciwan jî hene. Di dema amadekirina pirtûkan de di navbera nivîskar û edîtoran de têkilî û diyalogeke cidî heye. Me heta niha sê pirtûk çap kirine û em ê pirtûkên nû jî çap bikin, lê em dixwazin kêm çap bikin ji ber ku eger em zêde çap bikin, em nikarin xwe bigihînin hemû xwendevanên kurdî ji ber ku xwendevanên kurdî ne zêde. Hejmara kesên ku kurdî dixwînin diyar e. Ev hejmar pir hindik be jî, em dixwazin ku bi kalîte be.”

Înan Eroglû, diyar kir ku ew naxwazin bibin weşanxaneyeke ji rêzê û bi pirtûkên hindik lê bi qelîte dixwazin bala xwendevanan bi dest bixin û wiha berdewam kir:

“Em dixwazin salê herî kêm 10-12 pirtûkan çap bikin. Em ji xwendevanên me dixwazin ku dema pirtûkê tê çapkirin karibin şopdarê rêya wê bin. Em naxwazin ew weşanxaneyek ji rêzê be. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên wergera xerab, bi taybetî di wergeran de, rêbernameyek me heye. Zimanzanê me yê ku ev rêbernameyê çêkiriye Engin Opengin e. Berî her tiştî em ji kesên ku wergerên xwe yên pirtûkên xwe ji me re dişînin re dibêjin, li gorî vê rêbernameyê nivîsên xwe rast bikin û bişînin, piştre em dibêjin werin em pirtûka xwe sererast bikin. Em dixwazin pirtûkan ne tenê ji aliyê rêzimanê ve rast bikin, her weha bibin xwedî naverokek xurt. Ji bo ku em bikaribin vê yekê bikin, ger nivîs li gorî rêbernameya navborî werin rêzkirin dê karê me hêsantir bibe. Ji ber vê yekê em dikarin nivîsekê bi şeklekî gelek çêtir deynin.”

Eroglû diyar kir ku wan xwestiye hunermendên Kurd ên navdar di xebatênpirtûkên dengî de pirtûkan bixwînin bidin lê heta niha bi ser neketine û anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku ger karibin vî karî bikin dê xwendevanên kurdî zêdetir bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst