Nêçîrvan Barzanî: Ti çek wek zanistê bi bandor nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di merasîma xelatkirina akademîsyenê Kurd Dr. Feryad Fazil de axivî û got “Zanyar, dahêner, mirovên jêhatî nirxeke girîng a neteweya Kurd û welatê me ne. Îro em di serdemeke wisa de dijîn ku tu çek bi qasî zanist û zanînê ji bo zindîbûn, parastin û hêza me bi bandor nîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê beşdarî merasîma xelatkirina Serokê Enstîtuya Lêkolînên Kurdî ya li Berlînê Dr. Feryad Fazil Omer bû.

Barzanî li vê derê axavtinek kir û di axaftina xwe de got ku akademîsyen Dr. Feryad Fazil Omer yek ji wan navên girîng e ku di pêşketina ziman, wêje û dîroka kurdî de bûye alîkar.

Nêçîrvan Barzanî got “Zanyar, dahêner, kesên jêhatî nirxeke girîng a neteweya Kurd û welatê me ne. ûmetdarkirina her hilberinên xebat û şiyanên her akademisyen, zanyar, dahênerê Kurd, rûmetdarkirina nasname û dîroka gelê me ye. Di her warî de li ku derê dibin bila bibin, hemû hewldanên mirovên dilsoz û yên tên hezkirin dilsozî ye.”

Barzan diyar kir ku Dr. Feryad Fazil Omer yek ji wan navên bi rûmet e ku bi dilsozî xizmeta welat û neteweya xwe kiriye û dibêje “Zêdetirî nîv sedsalê ye ku bi helbest û axaftin, projeyên zanistî, lêkolînên akademîk, werger û berhemên xwe xizmeta parastina dîrok, ziman û çanda gelê me dike.”

Barzanî bal kişande ser wê yekê ku kurd di demên borî de bi rêya dîroknasên rojhilatnas û kurdologên biyanî bi gelên cîhanê hatine naskirin û ragihand “

Derbarê nasname û dîroka me de bi îhtimaleke herî baş bi weneyê şervanekî leheng, netemam û kêmasî bi cîhanê dane naskirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir û got “Girîng e ku em bi wêje, raman û çanda xwe îmaja kurdî ya berê di mejiyê cîhanê de rast bikin. Divê cîhan felsefe û ramana kurdan nas bike û bixwîne. Erka sereke ya zanyar, akademîsyen û rewşenbîrên şareza yên gelê me li welat û li derve jî ev e.”

Barzanî dibêje “Îro em di serdemeke wisa de dijîn ku tu çek bi qasî zanist û zanînê ji bo zindîbûn, parastin û hêza me bi bandor nîne.”