Li Amedê jinek li ber çavên zarokên xwe hat kêrkirin

23-01-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Kêrkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezan a Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek li ber çavên 2 zarokên xwe ji aliyê hevserê xwe yê ku bi wî re ji ber deynê qumarê niqaş kir, hat kêrkirin. Piştî bûyerê mêr hat desteserkirin, jina birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Di bûyera ku di derdora demjimêr 15.30an de li Taxa Mewlana Halît qewimî de jina bi navê Ş.I li malê ji ber deynê qumarê bertek da hevserê xwe R.I, di navbera wan de nîqaş derket.

Piştî nîqaş mezin bû, R.I bi kêra di dest de li ber çavên 2 zarokên xwe hevjîna xwe Ş.I birîndar kir.

R.I. piştre di pencereya mala xwe qîr kir û got, “Min qirika jina xwe birrî, tenê bila ambulans were.” Li ser agahiya kesên derdorê polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên tendirustiyê piştî alîkariya ewilê Ş.I rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî ya Amedê.

R.I. jî xwe radestî polîsan kir û ji bo lêpirsîn ew birin emniyetê.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst