Tirkiye li Başûrê Kurdistanê ji hin xalên xwe yên serbazî vekişiyan

23-01-2023
Nayîf Remezan
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Başûrê Kurdistanê Tirkiye Xalên Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona Pence Kilît de, Hêzên Artêşa Tirkiyê di nava sînorê parêzgeha Duhokê de 27 xalên serbazî danîbûn. Niha 13 ji wan vala kirine û rewş hinekî aram bûye, lê hîna jî xelk nikare vegere navçeyên xwe.

Ev xalên ku hatine valakirin, bi hemahengî ligel hêzên Iraqî hatiye kirin û hêzên artêşa Iraqê cihê wan digrin. Bi nerîna şirovekarekî serbazî yê xelkê navçeyê, di vê rewşê de jî eger êrîşek li dijî Tirkiyê bê kirin, ew dê bersivê bide û hebûna hêzên Iraqê nikare rêgiriyê li vê yekê bike.

Pêşkeft Reşîd, ajeldarekî gundê Sergelê yê Amêdiyê ye. di pênc mehên borî de 40 serî pezên wî mirîne. Havîna îsal ji tirsa şerê Tirkiyê û PKKê gundê xwe bicih hiştiye. Pezê wî bê çerwan maye û ji ber vê divê bizivire gundê xwe.

Ajeldar Pêşkeft Reşîd dibêje “Vê gavê rewş aram e lê ji ber reweşa ewlehî rê nadin ez biçim ser cihê xwe. Hêvîdarim vê yekê li ber çavan bigrin da xisaret nebim”

Tirkyê di mawê operasyona Pence-Kilîd ku ji Nîsana sala borî ve dest pê kiriye de 27 xalên serbazî li nav sînorê qeza Amêdiyê danîne. Mehek e 13 ji wan xalan vala kirine. Heşt ji wan dikevin sînorê nahiyên Dêreluk û Şêladizê, heşt jî dikevin sînorê nahiya Kanî Masê.

Şarezayê Serbazî Lîwa ehmed Arif got “Pasewanên sînor bi hemahengiya digel Tirkiyê dê bêne wan cihan lê Tirkya bawerî bi wan nayne. Eger her tevgerek dijî Tirkya çêbibe, heta pasewanên sînorî yên Iraqê jî nas nake, dê careke din bizivire wan cihan.”

Piştî vekişîna Tirkiyê ji van xalên serbazî rewşa ewlehiya 15 gundên binara Çiyayê Metîn hinek aramtir bûye

Fermanber Remzî Sergelî ragihand “Xelk piçek aram bûye û dikarin bi şevan derkevin biçin û bên, ne ku derketineke bi şev biçin dar yan tiştekî ji xwe re bînin.”

Hêzên Tirkiyê li sînorê qeza Batîfa li îdara serbxwe ya Zaxo û Amêdiyê yên parêzgeha Duhok hene. Bombebaran û topbaranên wan bi dirêjahiya navçeyên sînorî berdewam in.

Di 30 salên borî de Tirkiyê di her operasyoneke li Başûrê Kurdistanê serbazên xwe an jî xalên serbazî danîbin, ew xalên serbazî bicih nehiştine, heta beşeke ji wan mezintir kirine û kirine serbazgeh jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst