Videowall - Zindanên girtiyên DAIŞê li Rojava

23-01-2022
RÛDAW
Di zindanên Rêveberiya Xweser de nêzîkî 15,000 girtiyî bi tometa terorê hene
Di zindanên Rêveberiya Xweser de nêzîkî 15,000 girtiyî bi tometa terorê hene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di zindanên Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê de, nêzîkî 15,000 girtiyî bi tometa terorê hene. Ji wan nêzîkî 4,000 girtiyên Sûrî ne. 11,000 girtiyên 60 welatên cîhanê ne, piraniya wan endamên berê yên DAIŞê ne.

Girtiyên DAIŞê li girtîgehên bajarên Hesekê, Şedadî, Qamişlo û Dêrikê hatine ragirtin.

Piraniya wan di dema şikestina leşkerî ya DAIŞê de, sala 2019an û piştre, li Reqa û Dêrezorê û gundewarên wan xwe radestî hêzên HSDê kiribû.

Zindana Sînaa ya Xiwêranê li Hesekê, yek ji mezintirîn zindanên girtiyên DAIŞê ye, li Rojavayê Kurdistanê, dikeve Taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê. Bêhtir ji 4,000 endamên DAIŞê yên biyanî tê de girtî ne.

Zindana Holê, li nêzîkî Kampa Holê ye, derdora 9,000 girtiyên çekdarên DAIŞê lê hene.

Zindana Elketîbe li Şedadî, bêhtir ji 6,000 girtiyên DAIŞê tê de hene.

Zindana Elsed û Zindana Xezala li Reqayê, bêhtir ji 700 girtiyên DAIŞê tê de hene.

Zindanên Hîmo û Elaya li Qamişlo ne.

Zindanên Mihêmîda, Kesra, Sûr, Bisêra, Teyana, Cefra li gundewarên Dêrezorê ne.

Zindana El-Umer li nêzîk Zeviya Petrolê ya El-Umer e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst