Derbarê deriyê Pêşabûrê de biryareke nû

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê, Şewket Berbiharî ji Rûdawê re ragihand, piştî 40 rojan ji girtinê deriyê sînorî yê Pêşabûr-Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji sibe Duşembê 24ê Çile ve tê vekirin.

Şewket Berbiharî diyar kir, deriyê Pêşabûrê ji sibê Duşembiyê ve tê vekirin û hatin û çûn di rêya wî deriyê sînorî re weke berî 15ê Kanûna 2021an asayî dibe.

Berbiharî got, “wek beriya meha Kanûnê sibe demjimêr 08:00 heta piştî nîvro careke din derî tê vekirin ji bo armanca bazirganî û ewên ku li her du aliyan asê mane, dikarin hatin û çûnê bikin.”

Rêveberê Deriyê Sînorî yê Pêşabûrê da xuyakirin, hewû ew kesên di rêxistinên biyanî de kar dikin û ewên berdewam hatin û çûnê dikin careke din hatin û çûnê bikin, lê ji bo kesên ku dixwazin bên Herêma Kurdistanê yan biçin Rojavayê Kurdistanê, me hêj mekanîzmek bo rêpêdan bi wan diyar nekiriye, di demeke nêzîk de em dê mekanêzîmekê bo wan jî deynin.”

Deriyê Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, ji sala 2013an ve, hatiye vekirin, û rêyeke sereke û girîng e ji bo bazirganî, abûrî û çûnûhatina xelkê û rêxistinên mirovî yên ser bi Neteweyên Yekbûyî. Bi rêya wî deriyî, kêlûpelên xwarinê yên serke wek şekir, birinc, ard... û madeyên avakirinê çîmento û hesin derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin, ji aliyê Rojava ve jî, kesên xwediyên nexweşiyên giran, herwiha bûk jî derbasî Bûşûrê Kurdistanê dibin.

Ji roja 15ê Kanûna 2021an ve ji ber êrişa hejmarek endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgêr bo ser karmendên deriyê sînorî yê Pêşabûrê, Herêma Kurdistanê biryara girtina wî deriyê sînorî da.

Di 15ê Kanûna 2021an de hejmarek gencên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşgêr ve êrişî karmendên deriyê Pêşabûrê yên li aliyê Herêma Kurdistanê kirin, hejmarek karmend û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê birîndar kirin û zirar gihandin otomobîla agirvemirandinê ya deriyê sînor.