HSD: Girtîgeha Hesekê bi temamî neketiye destê me

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) red kir ku girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê bi temamî ji aliyê hêzên wan ve hatibe kontrolkirin û diyar kir, şer û pevçûn hêj berdewam e lê hêzên wan “rewşa awarte ya ku DAIŞê dixwest ji bo revê sûdê jê bibîne bi temamî xistine bin kontrola xwe.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk li ser rewşa Hesekê û şer û pevçûnên li girtîgeha Sinaa û derdora wê li taxa Xuwêranê daxuyaniyek nû belav kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDê di daxuyaniya xwe ya herî nû de ku li ser rûpela wê ya Facebookê hatiye belavkirin dibêje, “Di medyayê de nûçeyên nerast li ser kontrolkirina tam a hêzên me li ser girtîgeha Sinaa belav kirin. Ev nûçe ne rast e, hêzên me rewşa awarte ya ku DAIŞê dixwest jê birevin bi temamî xistine bin kontrola xwe, çeteyên DAIŞê yên di sûrên girtîgehê de mane, niha nikarin birevin.”

HSD amaje bi berdewamiya operasyonên xwe li derdora girtîgeha Sinaa kir û dibêje, “Em di qonaxên pêşkeftî yên tasfiyekirina dawî ya çeteyên ku êrîşî zindanê kirin û di sûrên bakur û hin jûrgehan de bi cih bûbûn de ne, operasyonên paqijkirinê bi hûrgilî berdewam dikin û di nava rojê de bi dehan çete hatin kuştin û girtin.”

Şer û pevçûn li zindana Hesekê û derdora wê berdewam in û şervanên HSDê taxa Xuwêran ku girtîgeha Sinna lê ye û derdora wê bi temamî dorpêç kirine û hewl didin rewşê kontrol bikin.

Tevî berdewamiya şer û pevçûnan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi bilindgoyan (hoparloran) bang li çekdarên DAIŞê yên di avahiyên dorpêçkirî de dikin ku xwe radest bikin.

Helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî vê sibehê pêgehên DAIŞiyên li nav zindanê bombebaran kirin.

Roja Pêncşemê, bêhtir ji 100 çekdarên DAIŞê girte ser Zindana Xiwêran, şer û rûbirûbûn heta roja Şemiyê berdewam bû. Çekdaran bi sedan dîlên DAIŞî azad kirin, nêzîkî 200î ji wan, ji aliyê şervanan ve hatin girtin.