Samî Tan hişyarî da: Ziman li Bakurê Kurdistanê di xeterê de ye

23-01-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Samî Tan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê
Samî Tan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê
Nîşan Bakurê Kurdistanê Samî Tan Zimanê Kurdî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hevserokê PEN a Kurd û zimannas Samî Tan ragihand ku li Bakurê Kurdistanê ziman di xetereyê de ye, lewma divê rojek ji berî rojê polîtîkaya ziman were diyarkirin û plansaziyek jê re were danîn. Samî Tan herwiha got ku li Bakurê Kurdistanê gelek kêm zarok Kurdî dizanin û rewşa ziman di xeteriyê de ye

Zimannasê Kurd Samî Tan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya “Nûroja Dostan” a Rûdawê û derbarê rewşa zimanê Kurdî de axivî.

Samî amaje kir ku wî sûd kesayetên pêştir ên bi Kurdî re eleqeder bûne girtiye û got: “Divê em keda nifşê ji berê xwe, ji bîr nekin ku hinek ji wan dijîn û hinek jî mirine. Em li ser şopan wan rabûne. Salên 70î û 80î bi taybetî piştî darbeya 12ê Îlonê xebat li Tirkiye û Bakur gelek zehmet bûn, lewma xebatên ziman zêdetir li Ewropayê hatin kirin. Bêguman pêştir li Şamê, bi kesayetên weke Celadet Elî Bedirxan, Kamuran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can û gelek kesên din xebatê dest pê kiriye. Di salên 90î de me bi rojnameya Welat dest pê kir. Ligel me hevalên Nûbiharê, hêvalên Weşanên Dozê, Kurd-Kav û gelek din jî hebûn, xebat dikirin.”

Derbarê xebatên xwe de Samî Tan got: “Ez dikarim li ser navê xwe bibêjim ti keda hatî dayîn beredayî neçûye. Di xebata ekola me de meseleya ziman, me weke meseleyeke hişmendiyê girt dest xwe û xebatên rêzimanî, pêşxistina ziman û belavkirina ziman jî kirin. Di dawiya salên 90î de me li şaxên partiya HADEPê dersên Kurdî da destpêkirin. Me ofîsên rojnameya Azadiya Welat vekirin û li hemû şaxên wê jî xebatên zimanê Kurdî hatin kirin. Ligel wê weşana Welat destpê kir û Kovara Pîne derket û gelek deng vedan. Bi armanca zimanê Kurdî, li hemû qadên jiyanê zindî bimîne û di warê lêkolînên, nivîskî û felsefî de were bikaranîn, me xebatên xwe dikir.”

Tan derbarê asta zimanê Kurdî de jî got: “Di van çend salên dawiyê de şikestinek heye. Tevgereke ziman hebû, lê rola dixwest pêk bîne, nekarî bike. Ji bilî wê yekê, ji nû ve şer dest pê kir, bandora wê jî li ser ziman çêbû. Derfeta kar a akademisyên ziman nîne. Bêguman piştî rewşa awarte gelek sazî û dezgehên ziman hatin girtin. Enstituya li Stenbolê yek ji wan bû di heyama rewşa awarte de hat girtin. Weke berdewamiya wan hinek xebat têne kirin, lê têrê nake.”

Zimannas Tan amaje kir ku mirov bi tenê rêziman û teknîka ziman bizane, ew weke nayê wateya ew kes ziman baş dizane, çimkî ziman tişteke zindî ye û ligel jiyanê pêş dikeve û divê li her qada jiyanê were bikaranîn.

Tan bibîr xist ku 35 hezaran kes, li Kurdî-Derê beşdarî kursên zimanê Kurd bûn, lê ji ber ku ew kes nehatine rêxistin û kar pê nehatinekirin bandorekê wan a berbiçav nebûye û wiha pê de çû: “Pêwîstî bi plansazî û polîtîkaya ziman heye. Hemû dewlet vê yekê dikin. Li Bakur ziman di xetereyê de ye, lewma em dibêjin divê rojek ji berî rojê polîtîkaya ziman were diyarkirin û plansaziya wê were danîn.

Yek pirsgirêk jî ew e ku siyaseta ziman bi destê dewletan tê kirin, lê ti statûya Kurdan nîne. Kurdan dixwazin bi aktorên sivîl an jî siyasî vî karî bikin, lê hêza wan têrê nake. Aborî ji bo plansaziyê lazim e. Em dibêjin zarokên me diçin dibistanan li zimaneke nû re rûbirû dibin, lê niha tiştek wiha nemaye. Niha herin kuçeyên Amedê zarokên Kurdî bizanin gelek kem in. Eger malbatek bi taybetî li ser zarokên xwe nesekîne be yan jî kevneşopiya Kurdî nehatiba parastin, zarokên wan malbatan Kurdî nizanin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst