Çekdarên Ehrar El Şerqiye hejmarek welatiyên Kurd girtin

24-01-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Ehrar El Şerqiye Welatî Girtin Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mosaka yê ser bi devera Raco ya Efrînê, çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye hejmarek welatî girtin.

 

Ew welatî berî hefteyekê li hember 150 hezar lîreyên Sûrî ji bo her kesekî ji zîndanên çekdaran hatibûn berdan.

 

Li bajarokê Şiyê û gundê derdorê jî, çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah, bi fermandariya Mihemed Ebû Emşe, bi navê zekatê %7 bac li ser zeyta zeytûnan ferz kirine.

 

Li gundê Mosaka yê ser bi devera Raco ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, zêdetirî carekê ketiye ber binpêkirinên çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye.

 

Roja 20ê vê mehê, her yek ji Elî Mistefa, Mihemed Mistefa, Omer Elîko, Seîd Mûsa, Enwer Mislim û Nîdal Mistefa hatine girtin.

 

Ev kesên girtî berî hefteyekê li hember 150 hezar lîreyên Sûrî ji bo her kesekî ji aliyê çekdaran ve hatibûn berdan, lê dîsa ew hatine girtin

 

Li bajarokê Şiyê jî, çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah ku bi navê El Emşat, li ser navê fermandarê grûpê Mihemed Ebû Emşe tê naskirin, binpêkirinên berdewam li dijî welatiyan encam didin.

 

Li bajarokê Şiyê û gundên wî, çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah, bi rêjeya %7 bac li ser zeyta welatiyan ferz kiriye.

 

Grûpa ku bi navê El Emşat tê naskirin, ew bac bi navê rêjeya zekata zeytê li ser welatiyan ferz kiriye.

 

Li nav bajarokê Şiyê jî, çekdarên heman grûpê bi fermana Tirkiyê serjimêriyê ji bo welatiyên Kurd dikin.

 

Malên ku tenê kesek an du kes di nav de bin, wan ji malên wan derdixin û dest datînin ser malan.

 

Welatiyên Kurd ji karên wan tên derxistin û Erebên hawirde li şûna wan dixin ser kar.

 

Di nerîtên Îslamî de, zekat ji bo hejar û hewcedaran tê dayin. Lê çekdarên opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve ku xwe wekî grûpên îslamparêz didin nasîn, bi darê zorê û li jêr gefan, bacê bi navê zekatê li ser welatiyan ferz dikin û bazirganiyê pê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst