Li Helebceyê şer di navbera asayîş û hêzeke çekdar de derket

Helebce (Rûdaw) – Şevê din hêzeke çekdar a nenaskirî li Çiyayê Bemo yê ser bi Helebceyê dikevin kemîneke asayîşê û nîv saetê şer di navbera wan de berdewam dike û paşê direvin. Asayîşê li navçeyê ji bo girtina wan operasyon daye destpêkirin.


Peyamnêrê Rûdawê ji Germiyan ragihand ku ew çekdar roja Dûşembê (22.01.2018) li Çiyayê Bemo hatine dîtin û di nav xelkê de xwe wiha nasandina ku çekdarên xwebexş ên Xurmatû ne, lê dawî asayîşê guman ji wan kiriye û ew şopandine.


Peyamnêrê Rûdawê Helo Mihemed got: “Şevê din ew hêz ketiye kemîna asayîşê û zêdeyî nîv saetê şer di navbera wan de derketiye. Di encamp de wan çekdaran çekên corê biksî li cihê şer hiştine û reviyane.”


Helo Mihemed da zanîn ku li gor axaftina xelkê bajarokê Bemo, hejmara wan zêdeyî 10 kesan bûye û wiha axifî: “Îro hêzeke zêde ya polîs û asayîşa Silêmanî û Germiyanê li ser Çiyayê Bemo operasyon dane destpêkirin û hewl didin wan çekdaran bigirin, lê heta niha kes nehatiye girtin.”


Çiyayê Bemo di ware îdarî de ser bi parêzgeha Helebceyê ye û nêzîka 40 kîlometre dûrî îdareya Germiyan e.