Nazim Debax: Pêwendiyên Hewlêr û Tehranê vedigerin asteke baştir

23-01-2018
RÛDAW
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax
Nîşan Îran Kurdistan Pêwendî Nazim Debax
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî referanduma Başûrê Kurdistanê û êrişên artêşa Iraqê yên ser Kerkûk û deverên Kurdistanî, pêwendiyên Hewlêr û Tehranê ber bi alozbûnê ve çû, lê Nûnerê Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax diyar kir ku pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê ber bi asteke baştir ve diçin.

 

Şeva şemiyê (20-1-2018) bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî şanda Herêma Kurdistanê gihişte Tehrana paytexta Îranê û roja yekşemê (21-1-2018) li gel Serokomar, Serokê Parlementoyê û Sekreterê Encumena Asayişa Niştimanî ya Îranê civiyan.

 

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Tehranê Nazim Debax ji Rûdawê re ragihand ku Îran ji bo asayîkirina pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dixebite û destnîşan kir ku qasî rola Îranê li Rojhilata Navîn heye, bi heman qebare rola wê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdan ên li gel Bexdayê jî hebe.

 

Nazim Debax ku li gel şanda Herêma Kurdistanê beşdarî civînên bi rayedarên Îranê re bûbû dibêje: “Li gor min piştî têkçûna pêwendiyên Hewlêr û Tehranê, gelek kes li ser Îranê reşbîn bûn ku qet careke din ew yek dê neyê fikirîn ku pêwendiyên li gel Îranê baş bibin. Lê belê siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hewldanên cenabê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî karîn bigihînin wê astê ku Komara Îslamî ya Îranê li ser asteke bilind pêşwazî li serokwezîr û şanda li gel wî bikin.”

 

Debax diyar kir ku serdana şanda Herêma Kurdistanê bo Tehranê pêkanîna qonaxeke giringbû ji bo vekirina deriyê ku berî niha hatibû girtin.

 

Li ser mijara sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Îranê jî Nazim Debax got: “Divê ewlehî û asayişa sînoran werin parastin. Hatiye daxwazkirin ku him Herêma Kurdistanê û him jî Komara Îslamî ya Îranê pabendî yasa û rêkarên navdewletî bibin di mijara parastina berjewendî û sînorên hevbeş de.”


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst