Parlementerekî alman:El-Qaîde bi roketên almanî li dijî kurdan şer dike

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê alman yê ser bi Partiya Çep (Die Linke) Jan van Aken, piştî serdana xwe ya Rojavayê Kurdistanê ragihand, rêxistina el-Qaîdê bi çekên almanî li dijî kurdên Rojavayê Kurdistanê şer dike.

Destpeka vê mehê parlementerê alman yê ser bi Partiya Çep (DIE LINKE) ligel şandekê çûbû Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.

Li wir Jan van Aken hevdîtin ligel berpirsên kurd pêkanîbû, wan berpirsan ji Jan van Aken re diyar kiribûn ku di şerê el-Qaîde ligel wan de çekên almanî jî tên bikaranîn.

Li ser daxwaza Jan van Aken, çekdarên kurd roketavêjên ji tîpê “Milan” yên ku li ser wan markên almanî-frensî hebûn, nîşanî wî dabûn, ku wan di şerên ligel el-Qaîde de bidest xistibûn.

 

Li gorî Jan van Aken ji televîzyona almanî DW, re diyar kiriye, bi rêya hejmarên li ser roketavêjan derketiye holê ku ev çek di dawiya salên 70yî yên sedsala borî de ji Almanyayê gihîştine Sûriyê. Wê demê bavê serokê Sûriyê yê niha Beşar Esed, Hafiz Esed serokê Sûriyê bû. Wê demê jî Sûriye ligel Îsraîlê di nava krîz û gengêşiyê de bû.

 

Jan van Aken diyar dike ku wan di vê dawiyê de hinek vîdyo dîtine ku çawa çekdarên el-Qaîdê baregeheke leşkerî ya hêzên sûrî bidest dixin û wan çekan jî ji wan baregehan bi xwe re dibin.