Bafil Talebanî û Hevseroka DEM Partiyê civiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogulari, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya li bajarê Hewlêrê bi Serokê YNKyê Bafil Celal Talebanî re civiyan.
Di heyeta DBP û DEM Partiyê de Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir, Cîgirên Hevserokên Giştî û hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve Ebru Gunay û Berdan Ozturk cîh girtin.
Her wiha di heya YNKyê de jî berpirsê buroya têkiliyan a YNKyê Derbas Kosret Resûl, Berpirsê Têkiliyên Kurdistanî yê YNKyê Salar Serhed jî amade bûn.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bipêşketinên li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha DEM Partiyê da zanîn ku dê heyeta wan sibe derbasî Silêmaniyê bibe.
Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:
Di civînê de rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn, bi taybetî rewşa Sûriyeyê hat axaftin û li ser çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêkan û dûrketina ji bijardeya şer hat gotûbêjkirin.
Di civînê de, her du aliyan li ser parastina maf û rêzgirtina li îradeya netewe û pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî jî li ser rêzgirtina îradeya gelê Kurd hemfikir bûn.
Her wiha daxwaz hate kirin ku hemû alî bi hev re û bêyî tu cudahiyekê, biryarê li ser çarenûsa welatê xwe bidin û welatê xwe derbasî qonaxeke nû ya birêvebirinê bikin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogulari û Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li Hewlêrê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî re civiyan pic.twitter.com/wmtsTU5imn
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 22, 2024
"Em hewlên Mezlûm Ebdî bilind dinirxînin"
Serok Bafil Celal Talebanî hevxemiya YNKyê ji bo dîtina çareseriyeke erênî li ser prensîba hevbeş ya rasteqîne ji bo paşeroja Sûriyeyê anî ziman û ragihand ku ew piştevaniyê li wan hewlan dikin ku armanc, parastina mafên gelê Kurd e û anî ziman ku di serxistina armancên wan de, ew piştevaniya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê dikin û got:
`Di heman demê de em hewlên rêzdar Mezlûm Ebdî jî di vê qonaxa hestiyar de, ji bo parastina aramiya navçeyê bilind dinirxînin û hêvî jî dikin ku hemû aliyek bi heman nefesê hewil ji bo çareseriya pirsgirêkan bide.`
Lijneya me helwesta serok Bafil û YNKyê bilind nirxand ku weke her tim hevkar û piştevan e di parastina mafên gelê Kurd de.
Em dê bi siyaseteke nîştimanî kar ji bo bidestxistina aştî û aramiyê bikin û hewlên me dê ji bo parastina mafên gelê Kurd li Sûriyeyê berdewam bin."