Derbarê Baroya Stenbolê lêpirsîn hat destpêkirin: Hincet PKK ye

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Baroya Stenbolê Lêpirsîn Nazim Daştan Cîhan Bîlgîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê "Bi hinceta propagandaya rêxistinê" li dijî Baroya Stenbolê û Serokê Baroyê Îbrahîm Kaboglu lêpirsin da destpêkirin.

Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bi ji bo şopandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê bûn 19ê Kanûna Pêşîn li nêzîkî Bendava Tişrînê di êrişa dronên Tirkiyeyê de hatin kuştin û şofêrê otomobîla ku ew tê de bûn Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.

Baroya Stenbolê di daxuyaniya xwe de gotibû:

"Armancgirtina rojnamegeran a li herêmên şer, binpêkirina Yasayên Mirovî yên Navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye."

Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji ber daxuyaniya li ser 2 rojnamegerên Kurd ku li Rojavayê Kurdistanê hatibûn kuştin bi hinceta "Pesindayîna gumanbarên fîrarî yên endamên PKKyê" li Baroya Stenbolê û serokê baroyê Îbrahîm Kaboglu lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di daxûyaniya xwe de got, "Baroya Stenbolê di peyama xwe de zanyariyên ne rast belav kirine ku her du kes rojnameger bûne û ji ber vê nasnameya xwe hatine kuştin û dewletê tawanê şer kiriye.

Ji ber vê yekê jî bo Serokê Baroya Stenbolê û endamên desteya rêvebiriyê bi tawanên `propagandeya rêxistina terorê` û `Bi zanyariyên ne rast xapandina xelkê` lêpirsîn hatiye despêkirin."

"Tawana Şer e"

Baroya Stenbolê doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrişeke dronî de canê xwe ji dest dan daxuyaniyek dabû û gotibû:

"Li gorî agahiyan, rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn 19ê Kanûna Pêşîn dema ku pêşhatên li Sûriyeyê dişopandin, di encama êrişekê de canê xwe ji dest da.

Li herêma şer armancgirtina rojnamegeran binpêkirina Yasayên Mirovî yên Navneteweyî û Peymana Cenevreyê ye.

Armancgirtina sivîlên ku di wî şerî de ne alî ne li gorî Madeya Statuya Roma 8/2/b/ii. yek ji tawanên şer e.

Li gorî yasayên mafên mirovan ên navneteweyî divê rojnamegerên li wan herêman dixebitin werin parastin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst