Hewlêr (Rûdaw) - Şanaz Îbrahîmê li ser kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê got, “Ji dil û can sersaxiyê ji malbatên rojnamegeran re û hemû Kurdên Sûriyeyê re dixwazim.”
Rojnamegerên ji Bakurê Kurdistanê Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku bi armanca şopandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê bûn li nêzîkî Bendava Tişrînê di êrişa dronên Tirkiyeyê de hatin kuştin û şofêrê otomobîla ku ew tê de bûn Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû.
Şanaz Îbrahîma hevjîna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd doh li ser hesabê xwe yê Xê li ser kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê daxuyaniyek belav kir.
Şanaz Îbrahîma hevjîna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd di peyama xwe de got:
“Ez ji ber kuştina rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku li Sûriyeyê dema bi lehengî li ser karê xwe bûn gelekî xemgîn im. Droneke Tirkan li ser rêya di navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sirînê de li wesayîta wan xist.
Hedefkirina rojnamegeran hewldaneke hovane ya bêdengkirina dengên azad û tepisandina heqîqetê ye. Ev sûc binpêkirina mafên mirovan û azadiya çapemeniyê ya bi bêdengiya civaka navneteweyî ye.
Ji kesên ku rojnamegeran terorîze dikin re: pênûs û kamera ji çekan bi hêztir in û kiryarên tundûtûjiyê dê dengên wêrek bêdeng neke.
Ez van êrişan bi tundî şermezar dikim û daxwazê ji civaka navneteweyî dikim ku daxwaza edaletê bikin û ji bo eşkerekirina rastiyê ya bi rêya dadgehên navneteweyî lekolîneke serbixwe bidin destpêkirin.
Ji dil û can sersaxiyê ji malbatên rojnamegeran re û hemû Kurdên Sûriyeyê re dixwazim.”
I am deeply saddened by the assassination of Kurdish journalists Jihan Bilgin and Nazim Dashtani, killed while bravely reporting on the ground in Syria. A Turkish drone hit their vehicle on the road between the Tishrin Dam and the town of Srine.
— Shanaz Ibrahim Ahmed (@firstladyofiraq) December 21, 2024
Targeting journalists is a… pic.twitter.com/fPDiElqUSO
Kuştina her du rojnamegeran karvedan li pey xwe anîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), DÎSK Basin-Îş û Komeleya Rojamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bi bîr bînin xwest ku li Meydana Şîşhaneyê ya Beyolguyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
Piştre polîsan midaxaleyî rojnamegeran kir û di encamê de 30 kes hatin desteserkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse