Polîsan li Pêşangeha Amedê xaleke lêgerînê danî

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan li ser biryara Parêzgariya Amedê, li Pêşangeha Pirtûkan a Amedê xaleke lêgerînê danî.

Her kesek ku tê serdana pêşangehê rastê lêgerîn û pişkinîna polîsan tê. Endamên asayîşê ku li ber deriye pêşangehê xalek danîne, bi destan ser jin û mêran lêgerîn dikin.

Cara yekemîn e ku li pêşangehek pêkanîneke wiha pêk tê.

Li gorî rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê digel ku wan ji polîsan daxwaz kiriye jî heta niha asayîşê biryara fermî ya lêgerînê nîşanî wan nedane.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di 16ê mehê de bi beşdariya sedan weşanxaneyan dest pê kir û dê heta 24ê mehê berdewam bike.