AKRÊ - Dizan pereyên ku xêrxwazan ji bo tedawiyê şandibûn dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Akrê ya Dihokê diz ketin malekê û pereyên ku xêrxwazan ji bo tedawiya xwediyê malê şandibûn dizîn.

Evdirehman 9 meh û 19 roj in ji ber nexweşiya koronayê bi mekîneya oksîjenê dijî.

Ji ber ku malbat nikare tedawiya wî bike xêrxazan jê re pere dan hev û ew li hêviya ameliyatê bû.

Malbat gelekî hêjar e, li ser banê xaniyê wan naylon raxistiye da ku ban dilopan neke.

Dizan di ser vî banî re xwe berdaye hewşê û di paceyê re ketine hundir.

Mihemed Evdirehmanê kurê malê ji Rûdawê re wiha behsa bûyerê kir:

“Em saet 21:30î ji malê derketin. Me derî girtibû. Dema em hatin me derî vekir û em hatin hundir. Me dît ku dizan paceya me şikandiye û ketine hundir. Wan dolaba cilan jî şikandiye.”

Rizgarê birayê Evdirehman got ku rayedar û xelkê Dihokê alîkarî daye wan lê niha ew nizanin dê ji bo tedawiya Evdirehman çi bikin.

Li aliyê din, malbatê xeber daye polîsê Akrê lê heta niha diz nehatine girtin.