Derxistina pasaporta Sûriyeyê bi 2 milyon lîreyan e

22-12-2023
RÛDAW
Nîşan Pasaporta Sûriyeyê Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyeyê derxistina pasaportê li nav welat bû bi 2 milyon lîreyên Sûrî.

Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê doh biryar da ku derxistina pasaportê li nav welêt biha bike.

Li gorî wezaretê, derxistina pasaportê ji milyonek û 5 hezar lîreyan bûye 2 milyon lîreyên Sûrî.

Hikûmeta Sûriyê bihayê derxistina pasaportê kir 2 milyon lîre, ev biha berê milyonek û 5 hezar bû.

Ev biryar dê 31ê Kanûna Pêşîna 2023yan bikeve warê cîbicîkirinê.

Pasaport li Şamê di heman rojê de tê derxistin lê li parêzgehên din ên Sûriyeyê di nav 72 demjimêran de tê derxistin.

Herwiha Gulana 2022yan derxistina pasaportê bi 3 hezar lîreyan bû û Îlona 2022yan de bûbû bi 500 hezar lîreyî.

Di destpêka 2023yan de jî li Sûriyeyê derxistina pasaportê ji sedî 100 hatibû bihakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Li Mêrdînê qeza / Wêne: Arşîv

Li Mêrdînê qeza: 4 kes birîndar bûn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê kamyonek û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de 4 kes birîndar bûn