HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

22-12-2023
Nîşan HPG PKK Gerîla Nasname Danasîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 2 gerilayên canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku her du gerîlayan 22yê Hezîranê li Başûrê Kurdistanê, di şer û pevçûnên bi leşkerên Tirkiyeyê re de canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:

- Îdrîs Erkolê bi nasnavê Mahîr Bînêvş, li Stenbola Tirkiyeyê ji dayîk bûye

- Elî Demlexiyê bi nasnavê Azad Serab, ji Minbica Sûriyeyê ji dayîk bûye

Li aliyê din, HPGyê 19ê mehê ragihand ku li Zapê leşkerekî Tirkiyeyê hatiye kuştin yek jî hatiye birîndarkirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî 20ê mehe daxuyand, wan 14 pêgehên PKKyê yên li Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst